Polîsê ajan ê Tirk hate girtin

Polîsê ajan ê Tirk ê bi navê Y.K ku derketibû holê li Swîsre sîxûriyê dike hate girtin.

Polîsê trafîkê yê Tirk ê bi navê Y.K(37) ku derketibû holê ji bo Enqerê sîxuriyê dike di encama lêpirsînê ya Dozgeriya Baselê de hate girtin.

Derbarê polîsê Tirk Y.K pêşî bi sedema ku peywira xwe ne baş bi kar aniye û agahî û belgeyên fermî binpê kiriye ji hêla Daîreya Polîsan a Herêma Baselê ve lêpirsîn hate vekirin.

Piştre ji hêla Dozgeriya Baselê ve derbarê polîsê sîxûr de biryara girtinê hate standin. Tê gotin polîsê ku sîxûrtiya dewleta Tirk kiriye li gorî yasayên Swîsreyê sûcekî mezin kiriye.

Bûyera skandal piştî ku endamekî berê yê UETD’yê beriya bi 3 salan di civîneke veşartî de wêneyekî ku girtibû dabû çapemeniya Swîsreyê derketibû holê.

Ji wêneyê dihate dîtin ku civîna li navenda polîsan a Baselê Serokê Swîsreyê yê UETD’yê Murat Şahîn bi rê ve dibir.

Derketibû holê ku organîzeya civînê jî polîsê bi navê Y.K dikir ku li ser navê dewleta Tirk sîxurî dikir.