Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Çerkezkoya Tekîrdagê

Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Çerkezkoya Tekîrdagê û 6 kesên ku rêveberên HDP’ê yên bajêr jî di nav de ne yên ku tevlî mîtînga HDP’ê ya di 7’ê Mijdarê bûbûn, hatin destgîrkirin.

6 kesên ku rêveberên HDP’ê yên bajêr jî di nav de ne, yên ku tevlî mîtînga HDP’ê ya di 7’ê Mijdarê bûbûn, di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.

Polîsan girtin ser rêxistina HDP’ê ya Çerkezkoya Tekîrdagê. Polîsan di serdegirtinê de derdora belav kirin û dest danîn ser hinek belgeyan. Hevserokê HDP’a bajêr Cahît Dîrek û Hevserokê HDP’ê Çerkezkoyê Kasim Guzel jî di nav de, 4 kes li Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Tekîrdagê ne.

Hate ragihandin dema ku îfadeya 6 kesan hatiye stendin ji wan re gotine “Te propagandaya rêxistina terorê kiriye. Te gotiye Kurdistan û gelê Kurd.”

Tê payîn 6 kesên ku hatine destgîrkirin wê sibê derxînin dozgeriyê.