Polîsan avêtin ser Weşanên Belge: 2 hezar pirtûk desteser kirin

Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Weşanên Belge. Di serdegirtinê de 2 hezar pirtûk hatin desteserkirin.

Weşanên Belge ji aliyê rojnamevan-nivîskar Ragip Zarakolû û hevsera wî ya parêzvana mafên mirovan Ayşenûr Zarakolû ku di sala 2002'an de jiyana xwe ji dest da, hate avakirin. Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Weşanên Belge.

Weşanên Belge, ev 40 sal in di xeteke mûxalîf de weşanê dike û gelek caran bû hedefa polîsan. Her wiha gelek doz li pirtûkên vê weşanxaneyê hatin vekirin. Polîsan duh êvarê avêtin ser avahiya Weşanên Belge ya li Cagaloglû û bi îdîaya 'pirtûkên bê bandrol' hem li weşanxaneyê, hem jî li depoya wê lêgerîn kirin.

Polîsan gotin, têkildarî pirtûkên bi navê "Kurdên bê dewlet" û "Biryarên ji mirinê zehmettir" de biryara hevdanê heye. Polîsan gelek pirtûkên li weşanxaneyê, tevî ku biryareke bi vî rengî tine bû jî, bi xwe re birin.

Polîsan dest danîn ser 2000 pirtûkan û xebatkarê weşanxaneyê Mehmet Alî Variş jî piştî binçavkirinê serbest berdan.