Pîttella bang kir: Em xwe ji rejîma Erdogan rizgar bikin

Serokê Koma Demokrat û Sosyalîstan a Parlamenta Ewropayê Gîannî Pîttella, ji bo xilasiya ji rejîma Erdogan bi rengekî vekirî bang kir.

Gîannî Pîttella li Strasboûrgê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Ji bo rizgariya ji rejîma Erdogan, ku di nava hewldaneke dîktatorî de ye, bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî dikim."

Pîttella destnîşan kir, li dijî vê rejîma ji rê derketî ya dîktatorî ya Erdogan, zarûrî ye ku di serî de HDP û CHP mûxalefet li dora bernameyeke hevpar li hev bicivin û yekîtiyeke xurt ava bikin. Pîttella got, ji bilî têkoşîna siyasî alternatîfeke din xuya nake.

Pîttella di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên ANF'ê û bal kişand ser serdana xwe ya hefteya bihurî ya li Tirkiyeyê. Pîttella got, di dema vê serdanê de wî dîtiye ku meyleke bi vî rengî bi her du partiyan re heye.

Pîttella diyar kir, wê roja Çarşemê bi Alîkariya Serokê Komîsyonê û Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî re rûnê.

Serokê Koma Demokrat û Sosyalîstan anî ziman, ku wê di vê hevdîtinê de çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê û nêrînên xwe yên li ser sekneke şênber a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo xilasiya ji rejîma Erdogan a ber bi dîktatoriyê ve diçe, ji mûxataba xwe re ragihîne.

Pîttella destnîşan kir, ku weke koma sosyalîst ew ê hewldanên xwe yên bi vî awayî li nava Yekîtiya Ewropayê bidomînin. Pîttella ji bo tevlî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibe, hefteya bihurî çûbû Tirkiyeyê û li Enqereyê li gelek derdoran re rûniştibû.