Piştevaniya Taksîmê: Berxwedan berdewame

Piştevaniya Taksîmê: Berxwedan berdewame

Piştevaniya Taksîmê roja 12’emîn a berxwedanê de daxuyaniyek da û got heta daxwazên wan neyên cih dê berxwedana wan bidome.

Piştevaniya Taksîmê der barê nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin yên wekê dê berxwedan bi dawî be de li Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB’ê daxuyaniyek da. Mîmar Mucella Yapici axivî û diyar kir ku wan daxwazên xwe ragîhandine ji hikûmetêre lê tu bersiv negirtine û got serokwezîr hêj mirovan wek hawirdorparêz û nehawirdorparêz ji hev cuda dike.

Yapici da zanîn ku ew şer naxwazin aştiyê dixwazin û got ew cinake aştiyê dixwazinin û wiha got: “Ligel ku tu daxwazên me nehatine cih, pêngavek şênber nehatiye avêtin û şîdeta polîsan li bajarên din didome. Daxwazên me diyarin. Li holê ne. Em bang li hikûmetê dikin ku bila guh bidin daxwazên gel û daxwazên wan bînin cih.

Yapici ji bo mîtînga 9’ê hezîranê ya di saet di 16.00’an pêk tê jî banga tevibûnê kir.