Pisporên NY li Sûriyê dest bi lêkolînan kirin

Pisporên NY li Sûriyê dest bi lêkolînan kirin

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo lêkolînkirina êrîşên kîmyewî ku tê gotin li nuqteyên cuda yên Sûriyê hatine bikaranîn, dest bi wezîfeyên xwe yên nû kirin.

Pisporên NY bi tyabetî li ser daxwaza Rûsyayê vegeriyan Sûriyê û li tesîsên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn, dest bi lêkolînan kirin. Der barê cihê lê lêpirsîn were meşandin de, agahî nehat dayîn.

Lê belê tê gotin ku lêpirsîn wê li 7 cihên ku li gorî mûxalefet û rejîma Sûriyê êrîşên kîmyewî hatine kirin, bê meşandin. Sê ji van li derdora paytext Şamê ye: 22'ê Tebaxê li Bahariye ya nêzî Şamê, di 24'ê Tebaxê de li taxa Cobar a li bakurrojhilatê Şamê û di 25'ê Tebaxê de li Esrefiye Sahnaya ya li herêma Şamê ne. Sektorên din li bakurê welêt in.

Li gorî daxuyaniya NY, pisporan gelek "belge û eşantiyon" bi dest xistine û "hevpeyvîn" kirine. Hat ragihandin ku heyeta NY dê lêpirsîna xwe di 30'ê Îlonê de temam bike.