Pîrozbahiyên Kobanê yên li Swêdê bi heybetî dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, duh li bajarê Goteborg ê Swêdê dest pê kirin.
Pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, duh li bajarê Goteborg ê Swêdê dest pê kirin.
Meş û mîtînga bi vê armancê hate lidarxistin, veguherî çalakiya protestoyî ya li dijî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ku hewl didin Şoreşa Rojava bifetisînin.
Li ser banga Şaxê Goteborgê yê Partiya Çep, Komîteya Rojava û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê, duh saet di 12:00 de bi qasî 1200 kes li ber Şanoya Mezin li hev civiyan. Girseya gel Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê silav kir û bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û dewleta Tİrk ber bi meydana Gûstav Adolf ve meşiya.
Li pêşiya meşê, Koma Govendê ya Sema, lîstikên ji govenda Kurdî pêşkêş kir. Li kolanên Goteborgê dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî berxwedna Kobanê", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" deng vedan.
Swêdiyan jî destek dan çalakiyê. Li pêşiya meydana Gûstaf Adoldf, koma govendê ya ji Bolîvyayê, bi lîstikên xwe yên gelêrî girseya gel pêşwazî kir.
Li qada mîtîngê, bi wesîleya salvegera berxwedana Kobanê peyama PYD'ê hate xwendin. Piştre li ser navê Asûrî-Suryaniyan Peder Abraham Garîs, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Abdullah Devecî, li ser navê Komeleya Ermeniyan Katrîn, ji Partiya Çep Nîna, ji Komîteya Rojava ya Goteborgê Nîklass Karlsson axivîn. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê û şoreşa Rojava ji bo Kurdan û hemû gelên bindest.
Ji Komîteya Rojava Karlsson li ser xebatên xwe yên ji bo destekkirina Şoreşa Rojava agahî da û anî ziman, ku ew niha li Kobanê dibistanekê ava dikin. Karlsson bang li hemû parêzvanên mafên mirovan kir, ku tevkariyê li karê ji nû ve avakirina Rojava bikin.
Di pîrozbahiyê de komên govendê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî saet di 16:00 de bi qîrîna dirûşmên ji bo Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê qediya.
LI STOCKHOLMÊ WÊ DI ROJA KOBANÊ DE DEWLETA TIRK WERE ŞERMEZARKIRIN
Di vê navberê de, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, wê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de Kurdistanî, dostên wan û parêzvanên mafên mirovan xwepêşandanekê li Stockholmê li dar bixin.
Xwepêşandan wê 1'ê Mijdarê roja Sêşemê saet di 18:00 de li meydana Marîtorgetê dest pê bike û beşdar wê piştre heta Meydana Medborgarplatsenê bimeşin.