Pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
Pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
Pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
Meclisa Jinan a BDP'ê ya navçeya Şemrexê û endamên DOKH'ê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de meşa meşaleyî li dar xist. Li Manîsayê ji jinan mal ziyaret kirin û banga tevlîbûna bernameyên 8'ê Adarê kir.
ŞEMREX
Meclisa Jinan a BDP'a Şemrexê û endamên DOKH'ê li navçeyê meşekî meşaleyî li dar xist. Alîkara Şaredar Husnugul Ayaz Kapan, endamên meclisa şaredariyê, Endama Meclîsa BDP'ê Cîhan Sîncar, Alîkara Şaredarê Qoserê Leyla û gelek jin li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û heta Qada Komarê meş li dar xistin. Di meşê de pankrata wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin li ser hate vekirin û sloganên "Rêheval Sakîne nemire", "Soza we soza me ye riya we riya me ye", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin qîr kirin. Piştî meşê Alîkara Şaredarê Şemrex Husnugul Ayaz Kapan daxuyanî xwend û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê behsa aştiyê dike. Lê operasyon berdewam dikin. Heta girtiyên serbest neyên berdan behsa aştiyê kirin şaşe." Endama Meclîsa BDP'ê Cîhan Sîncar jî diyar kir ku, heta aştiyekî birûmet pêk tê gelê Kurd dê têkoşîna xwe bidomîne.
Piştî axaftanan jina carek din bi meşê vegeriyan ber avahiya BDP'ê.
MANîSA
Li Manîsayê jî xebatên 8'ê Adarê berdewam dikin. Xebatêkarên BDP'ê li taxên Nurlu Pinar, Fevzî Çakmak û Cumhuriyetê li mal û qehweyan geriyan û belavok belav kirin û bang li hemû kesî kirin ku tevlî bernayea 8'ê Adarê ya dê di 10'ê Adarê de li cihê Pazarê ya taxa Fevzî Çakmakê pêk bê kirin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî komînên gundan biboneya 8'ê Adarê pêşandana sînevîzyonê li dar xistin. Lu gundên Şîşemzîn û Sekranê sînevîzyona çîroka jiyana 3 jinên Kurd vedigot pêk hat.