BI DÎMEN

Pîra 80 salî ya ji Gumuşhaneyê dibêje NA: Li dijî Erdogan biçin ser sindoqan!

Pîra 80 salî ya ji Gumuşhaneyê, ku bi alîkariya zarokên xwe çû dengdanê got, "Ez bi kurê xwe yê bedew Selahattîn û têkoşîna wî re me" û ji bo dayina dengê NA, bang kir.

Pîra 80 salî ya ji Gumuşhaneyê, ku bi alîkariya zarokên xwe çû dengdanê, peyam da Hevserokê Giştî yê HDP'ê û gelan: "Kurê min Selahattîn; heta mirinê ez ê bi te û têkoşîna te re bim. Bila her kes biçe ser sindoqan û dengê NA bide."

Dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bernê û Konsolosxaneyên Tirk ên li Zurîch û Cenevreyê dengê xwe didin.

DI NAVA 4 ROJAN DE 10 HEZAR 663 HILBIJÊR ÇÛN SER SINDOQAN

Li Swîsreyê b qasî 95 hezar hilbijêrên qeydkirî hene. Ji 27'ê Adarê û vir ve, 10 hezar 663 hilbijêran li van her sê navendan dengê xwe dane. Li gorî nûnerên Platforma Na ya Swîsreyê, ku li konsolosxaneyan erkdar in, ji sedî 70 ê hilbijêrên heta niha dengê xwe dane, dengê NA dane.

PÎRA 80 SALÎ DENG DA: BILA HER KES BIÇE SER SINDOQAN Û DENGÊ NA BIDE

Yek ji dengdêran jî Mercan Demîr a 80 salî ya ji Gumuşhaneyê ye, ku bi alîkariya zarokên xwe çû ser sindoqê û dengê NA da. Mercan Demîr bang li her kesî kir, ku biçe ser sindoqan û dengê NA bide.

'HETA MIRINÊ EZ Ê BI DEMÎRTAŞ RE BIM'

Demîr a 80 salî, piştî ku dengê xwe da ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew gelekî ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hez dike û got, "Heta mirinê ez ê bi kurê xwe yê bedew Demîrtaş û bi têkoşîna wî re bim." Demîr ji bo rizgariya ji Erdogan bang li her kesî kir ku biçe ser sindoqan û dengê NA bide.

JINÊN DENG DAN: LI DIJÎ ERDOGAN Ê ZAYENDÎPEREST Û TEKPEREST, EM BÊJIN NA

Li aliyê din, komek ji jinan li Konsolosxaneya Tirk a Cenevreyê dengê NA da. Piştî dayina dengan jin ji kamerayên me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li dijî rejîma Erdogan ê li zayendîperest û tekperest. Jinan ji bo dayina dengê NA bang kirin.

REŞÎTOGLÛ: HER DENGEKÎ NA, PIRSÎNA HESABÊ CIZÎR, SÛR, NISÊBÎNÊ YE

Ji nûnerên DEM-KURD'ê Omer Reşîtoglû, têkildarî dengdana li Sefaretxaneya Bernê ya Tirkiyeyê agahî da û diyar kir, rêjeya hilbijêrên diçin ser sindoqan ne li gorî asta ku ew li bendê ne. Reşîtoglû bang li her kesî kir, ku dengê xwe bide û girîngiya têkoşîna li dijî Erdogan bibîr xist: "Her hilbijêrekî Kurd, lazim e ji bo pirsîna hesabê Cizîr, Sûr, Nisêbînê biçe ser sindoqan. Her dengekî me yuê NA, tê wateya pirsîna hesab ji Erdogan. Pêwîste em bi vî rengî tevbigerin. Eger dengê NA bi ser bikeve, hingî em ê destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin." Reşîtoglû bang li hilbijêran kir, ku biçin ser sindoqan.