Peykerê bîranînê yê qirkirina Ermeniyan wê jinûve bê danîn
Peykerê bîranînê yê qirkirina Ermeniyan wê jinûve bê danîn
Peykerê bîranînê yê qirkirina Ermeniyan wê jinûve bê danîn
Hewldana Rawestandina Nijadperestî û Netewperestiyê, peykerê bîranîna qirkirina Ermeniyan ku di sala 1919'an de li Parqa Gezî ya Taksîmê hatibû çikandin, lê dûre ji holê hatibû rakirin, xwe amade dike jinûve biçikîne. Berdevkê Hewldanê Cengîz Algan bibîr xist, ku di demên bihurî de ev der goristaneke Ermeniyan bû û eger tê xwestin dîrok jinûve were zindîkirin, hingî divê peykerê bîranîna qirkirina Ermeniyan ê berê lêbû, jinûve bê çikandin.
Algan da xuyakirin ku ev erdê Parqa Gezî li ser e û beşeke ji wê Biryargeha Leşkerî ya Harbiye bû, li ser daxwaza aşpêjê Ermenî Manûk Karaseferyan ê padîşah ji mirinê xelas kir, di sala 1560 de ji aliyê Kanûnî Sûltan Suleyman ve ji bo goristana Ermeniyan hatibû veqetandin. Algan got, "Lê belê ev erd hat talankirin, di pêvajoya dîktatoriya yek partî ya sala 1940 de, ti mafê huqûqî yê Ermeniyan li ser vî erdî nehat hiştin. Îro ev pêlikên Parqa Gezî yê em li ser dimeşin, ji kevirên gorên Ermeniyan hatiye çêkirin."
Algan diyar kir, ku li herêma îro Otêla Dîwan lê ye di sala 1919'an de yanî çar sal piştî qirkinê Peykerê Bîranînê hat danîn, lê piştre hat xerakirin. Algan got, "Ev herdu mijar jî zêde ji aliyê civakê ve nayên zanîn. Me xwest li Parqa Gezî ya veguheriye nîşaneya têkoşîna azadiyê, van agahiyan bibîr bînin. Gava berxwedana Gezî dewam dikir me hin gotinên xwe yên digotin, "Me Kurd şaş fêm kirin, em ji wan lêborînê dixwazin" ji derdorê bihîstin. Em Ermeniyan qet nas nakin, ji ber ku hatin tinekirin. Lê hînê bi dehhezaran Ermenî hene. Hewl didin nîşan bidin ku bav û kalên wan jî li ser vê axê mirîne. Em jî dixwazin, tiştê ku nayê zanîn, rastiyên ser hatine nixumandin, werin zanîn. Em dixwazin mirovên tên Parqa Gezî, êdî bizanibin ku demekê di sala 1919'an de li vê der Peykerekî Bîranîna Qirkinê hebûye. Em hêvîdarim wê rojekê peykerekî bîranînê were çikandin."