Pevçûnên li taxa Gazî doh bi şev dewam kirin
Pevçûnên li taxa Gazî doh bi şev dewam kirin
Pevçûnên li taxa Gazî doh bi şev dewam kirin
Li taxa Gazî ya Stenbolê, di çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî de, pevçûna ji be êriaş polêsan rû da bi saetan dewam kir. Di konê berxwedanê yê li Sarigazî de jî, berxwedana Gezî hat silavkirin.
Çalakiyên bi piştgiriya berxwedana Parqa Gezî li taxa Gazî hatin lidarxistin, li êrişa polêsan rast hatin û pevçûn heta derengiya şevê dewam kir. Girseya gel a ji ser kolana Îsmet Paşa dimeşiya, li êrişa polêsan a bi bombeyên gazê rast hat. Girseya gel jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv da polêsan. Her weha bi bendên li taxê hatin danîn jî, girseya gel li hemberî polêsan li ber xwe da.
Girseya gel a li konê berxwedanê yê li Sarigaziyê hatin cem hev jî, bi dirûşman piştgiriya xwe ya bi berxwedana Parqa Gezî nîşan da.