Pevçûnên li Helebê dewam dikin

Pevçûnên li Helebê dewam dikin

Li taxa Seken Şebabî ya Helebê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Artêşa Azad de cih bi cih didomin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din li taxa Seken Şebabî ya Helebê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Artêşa Azad de pevçûnên demî qewimîn. Hate gotin ku pevçûnên di saetên êvarê de destpê kirin li herêma Şiqêf a taxê destpê kirin û cih bi cih hîn didomin.

Hate zanîn ku komên çete sekvanên (tetîkkêş) xwe li ser hinek avahiyan bicîh kirine û sivîlan ji xwe re dikin amanc.

Pevçûnên di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de di 6’ê îlonê de destpê kiribûn û heta 28’ê îlonê  bênavber dom kiribû. Duh li taxên kurdan hinekê bêdengî hebû, lê di saetên êvarê de dîsa cih bi cih pevçûn destpê kirin.