Pevçûnên li Helebê bidijwarî berdewam dikin

Pevçûnên li Helebê bidijwarî berdewam dikin

Li Helebê pevçûnên di navbera hêzên rejima Sûriyeyê û Artêşa Azad de dijwar dibin. Her wiha hate ragihandin ku, artêşa azad dest daniye ser ketîbeya El-Qemiye.

Bi hewldanên herdu aliyan ku dest bidin ser bajarê Helebê piraniya taxên bajêr di nav pevçûnan de ne, her wiha pevçûn li taxa Eşrefiyê di navbera Tugaya Cebhêt El-Ekrad ya girêdayî Artêşa Azad û hêzên rejîma Baasê de didomin û segvanên herdu aliyan li ser avahiyên çerxeriya duyemîn û Kolana El-Derozî belav bûne.

Tugaya Cebhêt El-Ekrad ya girêdayî Artêşa Azad duh bi opêrasiyonekê bersiva hêzên rejîmê da ku hewl dida têkeve taxa Eşrefiyê û di encamê de li gorî navenda ragihandin a Tugaya Cebhêt El-Ekrad 6 leşkerên rejîmê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha 4 jî ji leşkerên  rejîmê di pevçûnên kolana Derozî de hatine kuştin û 3'ê jî ji segvanên rejîmê ku li ser avahiyên li hember çerxeriya duyemîn bi cih bibûn hatin kuştin.

Li aliyekî din kolanên dûrî pevçûnan di aramiyekê de dijîn. Her wiha li taxa Şêxmeqsûd bi tevahî di jiyaneke normal de ye û şêniyên taxê ji nû ve vedigerin malên xwe û tu leşker li wir nayên dîtin tenê YPG'ê li ser xalên kontrolê yên taxê ne.

Di derbarê rewşa taxên din ên bajarê Helebê di navbera herdu aliyên şer de li taxa El-Xalidiyê ji bo bi dest xistina taxê pevçûn didomin ligel koçkirina şêniyê taxê. Her wiha li taxên El-Amiriyê û Sellahedîn ku rejîm hewl dide ku berve mizgefta El-Qurenî were piştî dest danî ser mizgefta Xalid Binwelîd û rejîmê derdora mizgeftê topbaran dike, li taxa Lêremûn pevçûn ji roja yekşemê de bi dijwarî didomin.

Li taxê Raşidîn û li derdora navenda Istxarata Esmanî pevçûnên dijwar derketin. Artêşa Azad bi vîdeoyekî ku li ser înternêtê hate belav kirin tê de xuya dike ku 20 leşkerên rejîmê li taxa Henderat dîl girtine. Her wiha Artêşa Azad ragihand ku, dest daniye ser ketîbeye El-Qemiyê ya parastina esmanî li nêzî balefirgeha Minixê piştî pevçûnên ku gelek leşgerên rejîmê tê de hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve bajarokên Hirêtan, Biyanûn, Marêa û Sifîra ji aliyê rejîmê ve hatine topbarankirin.