Perwez Muşerref vegeriya welatê xwe
Perwez Muşerref vegeriya welatê xwe
Perwez Muşerref vegeriya welatê xwe
Serokwezîrê berê yê Pakîstanê General Perwez Muşerref, piştî surguna 4 salan vegeriya Pakîstanê. Muşerref dixwaze li Pakîsê bibe encadamê hilbijartinan ya di meha gulanê de pêk tê.
Muşerref ji Dubaiyê bi 200 kesî û gelek rojnamegeran re bi balefirê hat Pakîstanê û li balefirgeha Karaçî ji aliyê komekê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirina Muşerref de hate xwestin ku mîtîngek pêk were lê rayedaran destûr neda. Derbarê generalê berê Muşerref de, di derbarê kuştina serokwezîra berê Benazîr Butto û girtina dadgeran de, biriyara girtina wî hebû.
Lê parêzerên Perwez roja înê daxuyaniyek da û diyar kirin ku, rayedaran di derbarê sûcdariyê serokwezîrê berê de sererastkirina kefaletê kiriye. Biryara mijara gotinê ye, tê wateya ku dê Muşerref raste rast bê girtin.
Perwez Muşerref piştî darbeya li diji hikûmetê, 1999’an de bibû serokwezîr. Muşeref di encama zextan de di 2007’an de serokatiya fermandariya gitşî berda. Di hilbijartinên 2008’an de li dijî partiya Partiya Gelan û partiya Yekitiya Muslimanan têk çû.
Her du partiyên bi ser ketin der barê Muşerref de dest bi pêvajoya hiqûqî kirin. Muşerref derket derveyê welat û li London û Dubaîyê jiyan surgunê jiya.