Zindîgirtina çand, exlaq, kelepor û mîrateyên civaka me ya dewlemend, xwedîderketina li nirxan, parastina civakê ji êrîşan û vala derxistina şerê taybet, erkê her mirovê kurd ê xwedan wijadan û heysiyet e. Di vê derbarê de, berpirsyariya kesên zana, ciwan, xwende û rewşebîr di vî warî de zêdetir e. Ew dikarin di vî warî de gel ronî bikin, ka çawa bikaribe li hember şerê taybet xwe biparêze û jê bandor nebin. Ji bo ku şerê taybet ji binî de vala bê derxistin, divê em nirxên xwe di asta herî bilind de jiyan bikin. Şerê taybet, herî zêde çand û exlaqê civaka kurd dike armanca xwe, Lewma pêwîste em asta xebata xwe bilind bikin, bi şev û roj bixetin. Rawestana li ser van qadan, tê wateya vala derxistina şerê taybet. Pêwîste em mijara zimanê kurdî weke mijareke îdeolojîk bigirin dest, ji ber ku ziman yek mercên hebûna neteweyekî ye. Bikaranîna zimanê kurdî di mal, bazar û jiyanê de, vekirina dibistanên kurdî, bawerî bi xwebûnê pêş dixe.
Zindîkirina stranên gelîrî, mûzîk, folklor, stranên kurdî, vekirina navendên çandî, şevbihurk, lidarxistina şevên çîrok, helbest, pêşxistin û berfirehkirina çanda û kelepora me ya dewlemend, dikarin bibin altirnativ û pêş li şerê taybet yê ku çand û exlaqê civaka me armanc dike bigirin. Dema ev qadên han çalak bin, bi dehan, bi hezaran ciwan xwe lê bigirin, ew valahiyên heyî, tên dagirtin, civak zû bi zû bi şerên taybet û navendên asîmlasyonê bandor nebin. Lê roja îro ji ber ku ev xebat têra xwe nehatine pêşxistin, em bala xwe didinê, piraniya ciwanên me, tûşî jiyana kapîtalîzm û çandên derdor bûne. Dûrketina ji çand û exlaqê civaka xwe, tê wateya vekirîbûna ji her cûre şerê taybet û asîmlasyonê re.
Em her kes dizanin ku Erdogan, îslam ji xwe re kiriye perdeyek û pê desthilata xwe xurt û bi cih dike. Me dît, çawa bi dehan ciwan, ji Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, di nava rêzên DAÎŞ'ê de li bakurê Kurdistanê, li Cizîr, cihên din û li rojavayê Kurdistanê, êrîşê gelê me kirin, bi dehan însanên me yên sivîl kuştin. Guman têde nîne ku ewên di nava rêzên DAÎŞ'ê de, ji wan dibistan û tekeyan derçûne û hatine tevlî DAÎŞ'ê bûne. Pêwîste ew dibistanên olî, ku zarokên kurdan di şûştina mejî re derbas dikin û dixin xizmeta desthilata xwe li Kurdistanê nemînin. Lewma pêwîste ew valahiya heyî, were dagirtin û altirnetîvên wê bêne pêşxistin. Gelo niha kurd dê ji Erdogan hînî ola îslamê bibin? Çima oldarên kurd ên welatparêz, zarokan nagirin medereseyên olî û li gor ol, exlaq û çanda xwe zarokên xwe perwerde nakin? Ma ne Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî û bi dehan navdarên kurd, ji ber destên wan oldaran derçûne? Gelo çima weke berê mederese û navendên pêşxistina çanda kurdan, li Kurdistanê nayên avakirin? Gelo mamoste û oldar nînin? Dema mirov li dîrokê dinêre, dibîne ku oldarên ji ola îslamê re pêşengtî di cîhana ereb, fars û tirkan de kirine, piraniya wan bi eslê xwe kurd in. Lewma pêwîste ev erkê pîroz yê zanakirin û hînkirina zarokên kurdan û dana dersên Quranê, oldarên kurd yên dilê wan bi netewa wan dişewite, bigirin ser milê xwe û vî şerê taybet yê ku exlaqê civaka me dike armanc, vala derxin.
AVAKIRINA ABORIYEKE SERBIXWE TAYBET BI CIVAKÊ RE
Hukûmeta Erdogan şerê xwe yê taybet, herî zêde bi birçîkirina civaka kurd, weke me li jor daye nîşandan bi rê ve dibe. Karkerên kurd yên ku ji bakurê kurdistanê bi armanca kar diçin metrepolên tirkiyê salane milyonek û nîvek kes derbas dike. Tevî ku erdên herî bi berhem û bi berket li Semsûr, Ruha, Amed û cihên din in, em bala xwe didinê, herî zêde gelê me yê van herêman diçin metrepolan. Gelo derfet nînin ku civak koletîv projeyan pêş bixe? Gelo kesên şaraza ku van karan bi rê ve bibin, derfetên kar ji kesê diçin metrepolan re çêbikin nînin? Ma gelo gel nikare bi awayê komînî koperatifan ava bike, çandinî û karên din pêş bixin? Bê guman dikarin lê hewldan, ked û xebat jê re pêwîst e. Ji bo ku ev şer vala bê derxistin, pêwîste gel aboriya xwe serbixwe saz bike da ku pêdivî bi Erdogan û dewletê nemîne. Heta aboriya civakekê serbixwe nebe, polîtîkeyên dijmin û şerê taybet vala dernakevin. Gotinek heye dibêje: "Tu ji kê dixwî, tu yê di xizmeta wî de de bî." Lewma tê xwestin, em di aliyê aborî de, xwe ji sîstemê qut bikin. Dema aboriya mirov û civakê serbixwe be, hingê îrade jî serbixwe dibe, dikare ji wan polîtîkeyên şerê taybet re bêje na. Lê hege devê xwe li ber Erdogan û hukûmeta wî vegire, hingê hertim stû xwar e, nikare bibêje na, dê bi hêsanî radestî wan polîtîkeyan bibe.
Bê guman bê aborî jiyan nayê birêvebirin lê aborî û madiyet ne her tişt in. ji ber ku di jiyana mirov de, tiştên girîngtir hene, ew jî mûral, manewiyat, hezkirin û nirx in. Nirxên ku ew mirov avakirî. Em dizanin dijmin şerê xwe yê taybet heta di asta kesan de jî bi rê ve dibe. Derûniya perlementer, serokên belediyan, rêveber û kadrûyên rêxistinê dişopîne, xalên wan yên lawaz tespît dike û li gor wê planên şerê xwe yê taybet li ser her kesayetekî li gor lawaziyên wî \wê bi rê ve dibe. Lewma pêwîste tekane xema rêveber, siyasetmedar û pêşengên civakê berjewendiyên civakê bin, ne tiştekî din. Kesên nexweşiyên madiyet, desthilatî û lawaziyên di aliyê jinê de, bi wan re hebin, nikarin bibin pêşengên şoreşê, nikarin baweriya gel qezenc bikin û gel rakin ser lingan, nikarin ew şerê taybet yê ku tê birêvebirin vala derxin, nikarin keştiyê ji nava pêlên deryayê bigihînin aramî û cihên bi ewle. Lewma pêwîste kesayeta rêveber xwe ji wan nexweşiyan paqij kiribe, da ku kesayeta wî \ wê nebe zemîn ji şerê taybet re. Ji ber ku dijmin di kesayeta wan de bi ser dikeve. Em ji bîr nekin, ku dijmin carina kesayet û mirovên me yên welatperwer, kesên dirûst, paqij ku bi mal û can ve girêdayî şoreşê ne jî dike armanca xwe da ku di nava gel de, bê baweriyê çêbike, bêje va ye, yê ku we bi serê wî sond dixwar jî derket xirab e, yanî welatparêzên me di çavên civakê de reş bikin. Bê guman ev şerê derûnî ye, armanc jê bê bawerkirin, serî tevlîhevkirin û ji navbirina rêxistinê ye. ji bo vê, divê mirov ji lîstikê dijmin û şerê taybet yê ku dimeşîne haydar be û zû zû nexape.
DAWÎ