Nûnerên ku xwestin saziyên navneteweyî li dijî Tirkiyeyê helwestên şênber û zelal raber bikin, diyar kirin ku ji bo referandûm di rewşekî demokratîk de derbas bibe, bang kir ku divê dawî li pêkanîna Rewşa Awarte bînin.
34. Rûniştina Mafê Mirovan a Konseya Mafê Mirovan a NY’Yê ya li Ofîsa NY’yê ya li bajarê Cinêv a Swîsreyê dewam dike. Di rûniştîna îro de ku nûnerên dewletan û saziyên civaka sivîl ên navneteweyî mafê axaftinê girtin, di çarçoveya rapora Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ku eşekere kirbû, li ser îxlalên mafê mirovan ên li welatên ku tên kirin nirxandin kirin.
Li gel axaftinên nûnerên dewletan ên li ser îxalên mafê mirovan hatin kirin, saziyên civaka sivîl ên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan di çarçoveya ropora ku di derbarê îxlalên mafê mirovan de bi xwe amade kiribûn, nirxandin kirin.
PEN Û IPI: DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
Di rûniştinê de nûnerên ku li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) û Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser îxlalên mafê mirovan, bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser îfadeya azadî û rojnamevanan bi lezgîn bikevin nava tevgerê.
‘DIVÊ DAWÎ LI ÎMPARATORIYA TIRSÊ BÎNIN’
Nuneran bal kişand ser asta êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser azadiya îfadeyê û çapemeniyê, diyar kir ku divê dawî li împaratoriya tirsê ya li welat bînin, anîn ziman ku di vê mijarê de divê NY’yê rol bilîzin. Nûneran got: “Divê hemû rojnamevan û kesên ku ji ber azadiya îfadeyê li girtîgehan de tên hebiskirin bi lezgîn bên berdan. Di vê nuqteyê de divê Konseya Mafê Mirovan a NY’yê rol bilîze.”
‘DI REWŞA AWARTE DE REFERANDÛM NAYÊ KIRIN’
Nûneran wiha gotin: “Li gel Rewşa Awarte, her roja derbas dibe îxalalên mafê mirovan li Tirkiyeyê zêde dibe” diyar kirin ku Tirkiye divê bi lezgîn dev ji polîtîkayên rewşa Awarte ya li ser dewleta Tirkiyeyê berde.
Nûneran diyar kir ku ji bo referandûma ku wê 16’ê Nîsanê li Tirkiyeyê pêk were di rewşekî demokratîk de pêk were, divê Tirkiye dev ji pêkanînên Rewşa Awarte berde. Nûneran gotin: “Divê hilbijêr di rewşekî azad û demokratîk de dengên xwe bi kar bînin. Dîsa di dema propagandakirina referandûmê de divê şertê propagandakirinê wekhev be.”
TIRKIYE HEMAN TIŞT DUBARE KIR
Li dijî rexneyên hatin kirin, di beşa mafê bersivdayînê de nûnerê li ser navê Tirkiyeyê mafê axaftinê girt wiha got: “Li Tirkiyeyê îxlalkirina mafê mirovan nîne. Tirkiye welatekî ku li dijî ‘terorê’ têkoşînê dike” helwesta xwe ya ji rûniştina yekem ve dayî nîşandan dubare kir.
Nûner diyar kir ku Tirkiye bi awayekî bê kêmanî li gorî standartên mafê mirovan ên navneteweyî bi rê ve diçe, xebatên referandûma 16’ê Nîsanê ku wê bê kirin bi awayekî wekhev bi rê ve diçe. Nûner destnîşan kir ku li aliyê din li Tirkiyeyê li dijî azadiya îfadeyê ti êrîş nîne, îdîa kir ku ti rojnamevan ji ber pîşeyê xwe li girtîgehan nîne.