PE’yê pêvajoya aşitiyê ya bi Ocalan bi xweşbînî pêşwazî kir

PE’yê pêvajoya aşitiyê ya bi Ocalan bi xweşbînî pêşwazî kir

Pêşnûmeya ji aliyê Raportora Tirkiyeyê ya Holandayî  ya Xiristiyan-Demokrat  Ria Oomen Ruijten nivîsandibû ji aliyê Komîsyona Derve ya Parlementoya Ewropayê (PE) ve hate qebûlkirin.  Pêşnûmeya raporê li hemberî 4 dengên na û 8 dengên bêlayan, bi 54 dengên erê hate qebûlkirin.

Li ser rapora ku ji aliyê Komîseya Derve ve hate qebûlkirin, xweşbîniya ji bo pêvajoya diyalogê ya ku bi Ocalan dest pê kir jî hate zêdekirin.

Pêşnûmeya raporê ya ku 415 guhertin têde hatin kirin piraniya wan ji pêşnûmeyên lihevkirina komên siyasî pêk tê. Her wiha li ser paragrafa  derbarê pirsgirêka Kurd de xweşbîniya ji bo diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hate zêdekirin.
Dê ev rapora Tirkiyeyê ya PE’yê di meha pêş de li Lijneya Giştî ya PE’yê bikeve dengdanê.