NÛ BÛ

PE muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi demkî sekinand

Parlamenta Ewropayê (PE) biryar da, muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi rengekî demkî bisekinîne.

Parlamenta Ewropayê, muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi demkî sekinand.

Dengdana li ser pêşnûmeyê, li Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê ya li Fransayê pêk hat. Di encama dengdanê de li dijî 37 dengên dijber, pêşnûmeya sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi 479 dengan hat qebûlkirin. 107 endamên parlamentê jî bê alî man.

Ji aliyê hiqûqî ve biryar diyarker nîne. Lê belê wê pêşkêşî civîna lîderên Yekîtiya Ewropayê were kirin, ku di meha Kanûnê de were lidarxistin.