Paşayev: Ji bo zimanê Kurdî li Azerbaycanê pêş bikeve bibin alîkar
Paşayev: Ji bo zimanê Kurdî li Azerbaycanê pêş bikeve bibin alîkar
Paşayev: Ji bo zimanê Kurdî li Azerbaycanê pêş bikeve bibin alîkar
Kurdên li Azerbaycanê jiyan dikin bibiryarin li hember asîmlasyonê berxwe bidin. Lê belê zehmete ku tenê Kurdên Azerbaycanê bikin. Fexredîn Paşayev yê ku ji bo serokatiya Navenda Çanda Kurdan ya Ronahiyê hate hilbijartin ya li Bakuyê faliyetan dike, dide diyarkirin ku Kurdên li Azerbaycanê jiyan dikin bi asîmlasyonekî cidî re rû bi rû ne. destnîşan dike ku, eger piştgiriya sazî û dezgehên din yên Kurdistanê tune be, tenê bi derfetên xwe pir zehmete ku polîtîkayên asîmîlasyonê derbaz bikin.
Navenda Çanda Kurdan ya Ronahî ku beriya 20 salan hatiye avakirin, bi derxistina rojnameya Kurdî û hinek faliyetên çandî hewil da hebûna Kurdan ya li Azerbaycanê li ser linga bigire. Dema di serê meha Sibatê de serokê Ronahiyê Kamil Hesenov îstîfa kir, xebatkarên Ronahiyê xwe careke din rêxistin kirin. Bi konferansa pêkanîn rêveberiyek nû hilbijartin û Fexredîn Paşayev weke serokê Navenda Çanda Kurdan ya Ronahî hate hilbijartin. Nivîskarê binav û deng Ehmedê Hepo, edîtorê rojnameya “Dengê Kurd” Seymûr Alixanov, Namik Nasîbov, Barzanî Eskerov cihê xwe di rêveberiya nû de girtin. Serokê nû yê Navenda Çanda Kurdan ya Ronahiyê Fexredîn Paşayev bersiva pirsên ANF’ê da û got, niha Kurdên li Azerbaycanê bi asîmîlasyonekî cidî re rû bi rû ne.
Paşayev dide diyarkirin ku, qanûnên Azerbaycanê pêşketina çand û zimanê zikmakî yê hemû gelên li welat dijî xistiye bin ewlehiyê. Paşayev aşkera kir ku, “Lê belê ji ber ku xaka me di bin dagirkeriya Ermenîstanê de ye em nikarin bi awayek biberhem û organîze kirî perwerdeya ziman bidin. Ji ber ku Kurd li cihên cûda yên Azerbaycanê belavbûne û di rewşa penaberan de ne. Bes ev nayê wê wateyê ku em dê zimanê xwe terkî mirinê bikin. Em plan dikin ku, li gorî derfetên xwe qursên ziman vekin û careke din ziman zindî bigirîn. Xebatên çandî jî yek ji xebatên me yên sereke ye. Navenda Çandê ya me ji xwe ji aliyê dewletê ve hatiye çêkirin. Îro li Azerbaycanê du rojnameyên bi zimanê Kurdî û Tirkî weşanê dikin hene, hefteyê carekê nîv demjimêrê radio weşana Kurdî dike. Bêgûman ev tiştane ji bo ziman û çandekî li Azerbaycanê ber bi windabûnê ve diçe têr nake. Em bi derfetên xwe yên pir kêm dê nekarîn di her alî de biser bikevîn. Pêwîstiya me bi alîkarî û piştgiriya saziyên çand û ziman yên Kurdistanê heye.”
Paşayev aşkera kir ku, li Azerbaycanê heya nîva Sedsala 20’an jî di nav welatên Başûrê Qafqasan de welatê herî zêde şêniya Kurd lê heyî bû û wiha got: “Îro li Azerbaycanê kesên zimanê Kurdî dizanin ew qas kêmîn ku mirov dikare bêje hema nînin. Ji ber ku Kurdên li Azerbaycanê jiyan dikin, bi sedsalanin ji welatê xwe yê dîrokî dûrin û ji derfetên perwerdeya zimanê zikmakî bêpar mane, bû sedem ku rastî asîmîlasyonekî xeter bên. Kurdên ku di sedsala 11’an de xwedî wê hêzên bûn li Azerbaycan, Ermenîstan û Gurcîstana îro li qismek mezin dewleta Seddadî avabikin û di destpêka salên Yeketiya Sowyetê de bi herêma xweser ya Kurdistana Sor bibûn xwedî statû, îro li gelek herêmên Azerbaycanê belavbûne û ji 20 salan zêdetire weke penaberan jiyan dikin. Bajarên Kelber, Laçîn, Kubatî û Zengilan yên herêma Kurdistana Sor ya berê di sala 1992-93 rastî dagirkeriya Ermenîstanê hat û Kurd neçarman ku hemû herêmê berdin. Ji xwe dema neçarman bi awayekî komî herêmê terk bikin, asîmîlasyona ku pêşket hîn bêhtir kûr bû.”