Partiya Çep xwest Swêd alîkariyê bide pêvajoya aştiyê

Partiya Çep xwest Swêd alîkariyê bide pêvajoya aştiyê

Partiya Çep a Swêdê pêşniyarnameyek da parlamentê û ji hikûmeta Swêdê xwest ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Hikûmeta Tirk de tê meşandin, bikeve nava tevgerê.

Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyê rê li ber derfetên nû vekiriye û hat destnîşankirin ku ji bo reformên demokratîkbûyînê têkevin meriyetê, alîkariya cîhana derve ya ji pêvajoya aştiyê re gelekî girîng e.

Di pêşniyarnameya bi mora Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt, Berdevkê Polîtîkaya Deve Hans Lînde û çar parlamenteran de hat detnîşankirin ku pêşveçûnên li Tirkiyê parçe parçe ne, xwedî nakokiyan e.

Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku gelek aktîvîst, parêzer, rojnamevan û nivîskar, bi tenê ji ber nêrînên xwe anîne ziman tên darizandin û hat destnîşankirin ku yek ji van parêzeran jî Mûharrem Erbey e û Erbey jî ji ber axaftineke xwe ya li Parlamenta Swêdê li ser binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê, tê darizandin.

Rayedarên Partiya Çep diyar kirin ku di navenda hevdîtinên navbera PKK û Hikûmeta Tirk de destûra bingehîn a nû heye û anî ziman ku gelek kes dibêjin; destûra bingehîn a heyî li pêşiya derbasbûna nava demokrasiyê asteng e. Divê hemû qanûnên pêşî li azadiya rêxistinbûyîn û îfadeyê digirin ben rakirin, reformên radîkal ên mafên hindekahiyan ewle dikin bên kirin. Destûra bingehîn a nû, garantiyê bide ku leşker têkevin bin kontrola sivîlan.