Parlamenterê Swîsreyî Fritez:Divê kurd bigihin statuya xwe
Parlamenterê Swîsreyî Fritez:Divê kurd bigihin statuya xwe
Parlamenterê Swîsreyî Fritez:Divê kurd bigihin statuya xwe
Parlamenterê Meclisa Netewî ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Dr Pierer Alain Fridez, pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin nirxand. Fritez da zanîn ku pêvajoya di şexsê Ocalan de hatiye destpêkirin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê şanseke mezin e û got: “Bi vê pêvajoyê re di serî de Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê bên azadkirin û kurd bigihêjin statuya xwe ya siyasî.”
Pêvajoya ‘Çareseriya Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de da destpêkirin ji her alî de piştgiriyê werdigire. Parlamenterê Meclisa Netewî yê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Dr Pierer Alain Fridez da zanîn ku piştî şerê 30 salî pêvajoya Ocalan daye destpêkirin divê di serî de AKP û hemû partiyên siyasî baş binirxînin. Fritez diyar kir ku divê hikûmet di vê pêvajoyê de samîmî be û bi vê pêvajoyê re divê hemû mafên kurdan bixin bin ewlehiyê.
DIVÊ KURD BIGIHIN STATUYA XWE
Fritez ragihand ku ev geşedanên pêk tên ji bo Tirkiyeyê ezmûna demokrasiyê ye û wiha got: “Tirkiye bi taybet di salên dawî de di navbera demokrasî û dij-demokrasiyê de dimîne. Lê bila ev baş bê zanîn ku dewleteke ku hemû gelên xwe razî neke, ew dewlet ne demokratîk e. Di vê pêvajoyê de pirsgirêka herî mezin ya kudan divê bê çareserkirin. Bi salane kurd bê statu ne û divê bigihin statuya xwe. Heta ev pêk neyê aştiya mayînde ne pêkan e.”
HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ DIVÊ AZAD BIN
Fritez da zanîn ku ev pêvajo gelek girîng e û got: “Divê pêngav ne yek alî bin. Divê dewlet jî di serî de Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad berde. Têkoşîna ku gelê kurd meşandiye, Tirkiye mecburî demokrasiyê kiriye. Ev rewşa li Tirkiyeyê tê jiyîn, şanseke. Divê di alî demokratîkbûnê de helwesteke zelal bê nîşandan. Tirkiye divê pêvajoyê de bi hemû pirsgirêkên xwe re bê rû hev. Her wiha Tirkiyeya ku di pêvajoya Yekitiya Ewropayê de ye jî divê qirkirina Ermeniyan nas bike.”
BIRYARA AKP’Ê GIRÎNG E
Fritez destnîşan kir ku dema Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) di 23’ê Nîsanê de rapora Tirkiyeyê dinirxand, li hember PKK’ê hinek biryar girtine û ev biryar girîng in. Fritez anî ziman ku ev biryar di encam têkoşîna demokratîk a gelê kurd û PKK’ê de hatiye girtin.