Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin roja Înê hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Ji bo daxwazên hevdîtinê heta Îlona 2020'î ti bersiv nehate dayin, di 23'ê Îlonê de jî bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan di sala 2009'an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû weke hincet hatibû nîşandan û ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re lê hatibû qedexekirin.