Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku rayedarên Îdareya Girtîgeha Îmraliyê serlêdanê qebûl bikin parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran hat redkirin û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.