Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêqebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "keştî xirab bûyî ye" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 608 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 169 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.