Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêqebûlkirin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 587 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 163 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan beriya çend li xwe mikur hatibû ku, ew destûrê nadin parêzer biçin Îmraliyê.