Parêzerê Sarisuluk: Delîlan bigihînin me
Parêzerê Sarisuluk: Delîlan bigihînin me
Parêzerê Sarisuluk: Delîlan bigihînin me
Xebatkarê OSTÎM'ê Ethem Sarisuluk ku di dema çalakiyên Parqa Gezî de ji ber gulereşandina polêsan birîndar bû, rewşa wî giran e. Parêzerê Sarisuluk bang kir, ku yên şarjora çeka polês a piştî berdanê wendabûye, fîşek û qalikê fîşekên polêsan dîtibin, bila ji me re bişînin.
Di dema xwepêşandanên şermezarkirina dijwariya polêsan a li dijî gel, di 1'ê Hezîranê de li meydana Kizilay a Enqerê, karkerê OSTÎM'ê Ethem Sarisuluk ê 27 salî ji ber fîşeka polêsan ji serê xwe birîndar bûbû û rewşa giran a tenduristiya Sarisuluk êli Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwrdeyê Enqerê dewam dike. Şarjor, fîşek û qalikê fîşekan ê çeka polêsê ku berdabû Sarisuluk wenda bû. Parêzerê Sarisuluk Kazim Bayraktar bang li raya giştî û kesên ku bi bûyerê re haydar in kir, ku delîlên di destê xwe de bigihînin wî. Parêzer bi vê armancê navnîşan û nûmara telefona xwe bi raya giştî re parve kir.
Prz. Kazim Bayraktan
Adres: Strazburg Cad. No:12/5 Sıhhıye:/Ankara”
Tel: 0532 707 41 95