Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23'ê Îlonê de 'Nexşeya Rê' ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo parêznameya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2009'an şandibû, kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.