Parêzer: Divê demildest Demîrtaş bê berdan

Parêzer anî ziman ku divê Selahattîn Demîrtaş li gorî biryarên vekirî ya hiqûqê bê berdan.

Parêzerên Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya doza 16’an a Odeya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a 18’ê Îlonê bê kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Civîna ku li Otela Taksîm Hîll hate kirin Parlementerên HDP’ê Gora Paylan, Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî di nav de gelek kes amade bûn. Daxuyanî ji aliyê parêzera Demîrtaş Benan Malû ve hate kirin.

Parêzer Molû anî ziman ku li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a 21’ê Kanûna 2017’an hatî dayîn ‘Ti îxlaleke ya mafê nîne’ û biryara DMME’yê ya 2018’an jî bibîr xist.

Molû bal kişand DMME’yê biryara girtinê siyasî binavkiriye, divê demîrtaş bê ku bê rawestandin bê berdan.

Daxuyanî bi pirsên rojnamevan û bersivên parêzeran bi dawî bû.