Pandemiya Covîd-19: Hejmara miriyan gihişte 70’ê hezarî

Pandemiya Covîd-19 a belavî nêzî 200 welat û herêmê bû, bû sedema mirina 70 hezar kesî, ji van jî 50 hezar kes zêdetir li Ewropayê ne.

Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkîns a nexşeya Covîd-19 li tevahiya cîhanê 1 milyon û 287 hezar kes bi vîrûsê ketine.

HEJMARA MIRIYAN LI EWROPAYÊ NÊZÎ 50 HEZARÎ YE

Li tevahiya cîhanê ji saet 15:00 û şûnde gihişte 70 hezar û 482’an.

Li gorî daneyên AFP’ê ji sedî 85’ê miriyan li Îtalya, Spanya, Fransa û Qiralyeta yekbûyî bi giştî gihişte 50 hezar û 209 kesî. Li Ewropayê bi giştî 678 hezar kes bi vîrûê ketine.

Li Îtalyayê 18 hezar û 887 kes mirine.

Li Spanyayê jî 113 hezar û 55 kers mirin.

Li Fransa jî 8 hezar û 78 kes mirine,

Qiralyeta Yekbûyî jî 4 hezar û 934 kes mirine.

Li Elmanyayê zêdetirî 100 hezar kes bi vîrûsê ketin, 1 hezar û 500 kes jî mirine. 70 hezar kes jî tên dermankirin.

Li Belçîkayê jî 21 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 600 kes jî mirine. 15 hezar kes jî tên dermankirin.

Holanda jî 19 hezar kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 900 kes jî mirine. 17 hezar jî tên dermankirin

 Swîsre jî 21 hezar û 650 kes bi vîrûsê ketine. 730 kes jî mirine.

Li DYE’yê li gorî roja Yekşemê 9 hezar û 633 kes mirine.

ÎRAN

Li Îranê 60 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 739 kes jî mirine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê ji 10’ê Adarê û vir ve 27 hezar û 69 kes bi vîrûsê ketine, 574 kes jî mirine.

Rêxistinên Civaka Sivîl diyar dikin ku desthilata AKP-MHP’ê rastiyê dinixûmînin, bîlanço hê xirabtire. Wezîrê Edaletê yê Tirk Gul diyar kir ku li gel 12 doxtoran dozgerekî komarê û 55 personel bi vîrûsê ketine.

Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Îzmrîê Lutfî Çamli diyar kir hê li gorî pêwîst amûrên ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê ji bo xweparastina ji vîrûsê nehatine dabînkirin. Çamli destnîşan kir ku daneyên li gel wan û yên wezaret radigihînin ne hemanin.

Tevî hemû astengiyên desthilata AKP-MHP’ê piştevaniya civakî didomin. ‘Kampanyaya Hevgirtina Malbatan’ li bajaran belav dibe. HDP’ê têkildarî Kampanyaya Hevgirtina Malbatan ji bo parastina ji şewbê Desteya Koordînasyona Piştevaniya Malbatan ava kir.

GIRTÎGEH

Xeteriya balavbûna şewba Covîd-19 a li girtîgehan her diçe belav dibe. Desthilatê girtiyên siyasî xistin derveyî qanûna sererastkirinê ya înfazê. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Înfaz û Ceza (CÎSST) Bêrîvan Korkûk daxuyaniyek da û hişyariya ku wê serhildanên li girtîgehan zêdetir bibin, bal kişand ku efûyeke giştî neçariyeke lezgîne. Saziyan bal kişandin ser newekheviya guhertina yasaya înfazê û gotin: “Em dixwazin di guhertinê de wekhevî pêk were. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî ji rojnamegeran bigire heta wekîl û hevşaredaran ên ji ber ramanên xwe girtî ne demildest werin berdan. Heke girtî neyên berdan wê rê li ber trajediyek mezin veke.”

AMED

Ji Xala SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li Amedê heta niha nêzî 400 test hatine kirin, lê têrê nakin û bal kişan şewbelav dibe.

RIHA

Odeya Tabîban a Riha ragihand ku heta niha 20 kes bi vîrûsê ketine û 3 kes jî mirine. Odeyê bibîr xist ku 150 kes jî bi gumana vîrûsê li servîsên nexweşxaneyê tên ragirtin.

SÊRT

Li Sêrtê li gel gundikên Taşyaka, Kayahîsar û Kayali yên navçeya Xisxêr, gundikên Bindal û Ankebir ên gundê Kesmetaş ji ber şewba vîrûsa Korona hatine karantînekirin.