PAJK’ê Newroza milyonên daketin qadan pîroz kir
PAJK’ê Newroza milyonên daketin qadan pîroz kir
PAJK’ê Newroza milyonên daketin qadan pîroz kir
Koordînasyona Partiya Azad a Jinan a Kurdistanê (PAJK) hemû jinên ku li her derê cîhanê di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de pêşengî kir û gelê kurd silav kirin.
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Em hemû gelê xwe yê di Newroza 2013’an de daketin qadan, hemû jinên kurd yên li her derê Kurditanê ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê pêşengî kirin slav dikin û Newroza hemûyan pîroz dikin.
Di peyama PAJK’ê de wiha hate gotin: “Li Amedê ku peyama Rêber Apo dihat xwendin û li qadan bi sedhezaran kes berhev bibû, ne tenê daxwaz, careke din nîşanê hemû cîhanê da li Kurd û hemû gelan pîroz bûye. Gelê kurd yê herî kevin yê ser vê axê, li qada Amedê bi dirûşmeyan bersiva xwe ya ji bo piştgiriya Rêber Apo daye.
Serhildana 35 salan ku bi serhildana Rêber Apo dest pê kir û her roj mezin kir her roj wek Newrozê derbas bûye. Dîroka me ya têkoşînê ku bûye Newroz ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, bi taybet Newoza 2013’an ji niha de mizginiya mîladeke nû dide. Destana Newroza 2013’an dê di hişê gelê me de cihê xwe bigire. Em bi hezkirin û bêrîkirinê Rêber Apo silav dikin û em wek mîlîtanên PAJK’ê soza xweya ji bo bilkindkirina têkoşînê dubare dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di xeta Sakîne, Bêrîtan û Zîlanan de qehremana bedelên mezin dan û bi pêşegniya Rêber Apo ghiştiye asteke nû. Bê guman pêşengên vê pêvajoyê jin bûn. Heta ku azadiya jinê pêk neyê li Rojhilata Navîn tu pirsgirêk nayên çareser kirin. em wek partiya azad a jinan a Kurditanê di esasa rêgezên îdelolojiya jinê de kur dibin û biryara me ya tevlibûna aliyên çalakî siyaî û fikrî zelale. Biryar û têkoşîan di pêvajoya têkoşîna çekdarî de derket holê dê di pêvajoya nû de jî derkeve holê.
Em bang li hemû dayikên xwe yên bi serhildanan pêşengî kiriye, ban li hemû jinên kurd yên Rojhilata Navîn û jinên PAJK’ê dikin ku li dora Rêber Apo bibin xelek û têkoşin-rêxistinbûna xwe bilind bike.”