Ozçelîk: Hate ziman azad nebe gel azada nabe
Ozçelîk: Hate ziman azad nebe gel azada nabe
Ozçelîk: Hate ziman azad nebe gel azada nabe
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk diyar kir ku, di xebata NY'ê ya di derbarê ziman de kurdî di nava 3 hezar zimanên cîhanê de di rêza 30'emîn de cih girt û wiha got: “Di tû welatan de hîn kurdan helbestvanên kurd nederxistin e. 25 helbestvanên kurd ên jin hene. Ji ber vê yekê heta ziman azad nebe gel azada nabe."
Komeleya Piştgirî û Çanda Demokrasiyê ya Kurd a Enqere (KURD-DER) li Salona Dawetê ya Alyansê şevekî piştevaniyê li dar xist. Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Enqere Ahmet Aday, Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, endamên Meclîsa BDP'ê Mehdî Perînçek û Zekî Altun, Nivîskar Nacî Kutlay, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, rêveberên Şaxa ÎHD'ê yên Enqere û gelek kesên din tevlî şevê bûn. Di salonê de pankartên "Li her qada jiyanê de bi Kurdî biaxvin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin" û “Ziwanê ma rûmetê ma yo” hatin daliqandin.
Serokê KURD-DER'ê Mustafa Karaman diyar kir ku, di dîroka Tirkiyeyê de her tim li ser zimanê kurdî ramana înkar û îmhayê hate meşandin û wiha got: "Tirkiye bûye goristana zimanên cûda. Ji hemû kesî re zextên tirkbûnê hatin meşandin. Ji bilî tirkî bi tu zimanên din perwerde nehate dayîn. Ev yek jî hilberîna ramana yek ziman, yek dewlet û yek al e. Îro li Tirkiyeyê 34 ziman tên axivîn. 34 çand û netewe hene. Hemû rengên li Tirkiyeyê tên înkarkirin."
‘BILA OPERASYON RAWESTIN'
Karaman anî ziman ku heta niha bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Bi şer pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Mirina ciwanên kurd û tirk tu kesî keyfxweş nake. Her tim rondikên dayîkan barandin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila demildest operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin, çeka bêdeng bikin û hevdîtinên aştiyê û muzakere berdewam bikin. Bila tu kes li ser xwînê polîtîkayan neke."
‘HETA ZIMAN AZADA NEBE CIVAK AZADA NABE'
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelîk destnîşan kir ku, Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî ziman xebatekî pêk anî û di nava 3 hezar zimanan de kurdî di rêza 30'emîn de cih girt. Ozçelîk anî ziman ku, ligel zimanên fermî yên ji yekî zêdetir li welatiyên Ewropa tên axivîn kurdî di aliyê çand û hûnerê de bêtir hilberîn pêk anîniye û wiha got: "Li mûzeyekî Îngîlîstanê de kevirê tê pêşandan ê ayîd 2 hezar û 330 sal berê li ser helbestên kurdî hatiye nivîsandin derket holê. Ji ber vê yekê kurdî hem zimanê nivîskî û hem jî zimanê devkî ye. Ev yek jî nîşaneya kesên dibêjin kurdî zimanê nivîsê nîne vala derdixe. Li ti welatan hêjan helbestvanên kurd tunene. 25 helbestvanên Kurd hene. Heta ziman azad nebe kes azad nabe, heta kes azad nebe gel azad nabe."
Piştî axaftinan muzîk hate guhdar kirin.