Orhan Pamuk: Ji bo çareseriya aştiyane sînyal nîne
Orhan Pamuk: Ji bo çareseriya aştiyane sînyal nîne
Orhan Pamuk: Ji bo çareseriya aştiyane sînyal nîne
Nivîskarê xelata Nobelê girtî Orhan Pamuk di gotareke li Îtalyayê tevlibû de, der barê berxwedana Parqa Gezî de got: “Ez ji ber welatê xwe bi fikarim. Ez bûyeran dişopînim. Ji bo pêşerojê tu sînyala çareseriyeke aştiyane nîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) Orham Pamuk yê tevli bernameya ‘Repubbîlca dele Îdee’ (Komara fikr û ramanê) ya ji aliyê rojanamgeya Îtalyan a La Repubblîca bûye, berxwedana Parqa Gezî nirxandiye.
Gotara li Qesra Berê ya Palazzo Vecchîo pêk hatiye de Pamuk wiha got: “Li Tirkiyeyê geşedanên girîng dibin. Di pêvajoyek guherînê de derbas dibe. Ev tiştên tên jiyîn min dike fikaran. Ez ji bo pêşeroja welatê xwe bi fikarim. Ji ber ku ji bo pêşerojê sînyaleke aştiyê nîne ez gelek xemgînim.”
Pamuk fikara xwe ya der barê azadiya fikr û siyasetê ya li Tirkiyeyê tê meşandin jî anî ziman û got: “Her kesên li Stenbolê jiyabin, teqez bîranîneke wan ya wê qadê heye. Ez wan mirovan fêm dikim û hembêz dikim. Ez wisa dibînim ku hikûmet tiştekî şaş dike. Her wiha paşerojeke wê ya gelek girîng heye. Paşerojeke siyasî ya Taksîmê heye. Min li wir derbasbûna netewperest, sosyalîst, demokratên sosyalîst dîtiye.”
Orham Pamuk piştî gotarê ji DHA’yê re axivî û got ew bi xemgînî van bûyeran dişopîne û got divê hikûmet nerm nêz bibe û pirsgirêkê çareser bike.