Operasyonên qirkirina siyasî didomin: 10 kes hatin binçavkiri, 7 kes hatin girtin
Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin, li Sêrt û Êlihê jî 7 kes hatin girtin.
Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin, li Sêrt û Êlihê jî 7 kes hatin girtin.
Pêkanînên qirkirinên siyasî yên rejîma AKP/Qesrê ya li dijî gelê Kurd dewam dikin. Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin, li Sêrtê endamê Meclîsa Giştî ya Sêrtê Nalî Asma jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. Dîsa li Êlihê jî kesekî ku pêr hatibû binçavkirin hate girtin.
EDENE
Li Edeneyê polîsan vê sibehê bi ser gelek malên li Taxa 19 Mayîs û Anadolû ya girêdayî navçeya Yûregîr a Edeneyê de girtin. Di serdegirtinê de, têkildarî bûyera li Taxa 19 Mayîs ku di 6’ê Mijdarê de mehmûrek hatibû kuştin, zarik jî di nav de 10 kes hatin girtin. Kesên ku hatin binçavkirin şandin Emniyeta Edeneyê.
SÊRT
Li navçeya Şêrwan a Sêrtê ji 6 kesên ku endamê Meclîsa Giştî ya Sêrtê Nalî Asam jî di nav de ku di serdegirtinên hefteya borî de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. 6 kesên ku bi îdîaya “Endamên rêxistinê” û “Alîkarîdayîna rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin û şandin Saziya Înfaz a Ceza ya Sergirtî ya Tûpa E a Sêrtê.
ÊLIH
Li Êlihê kesê bi navê H.K ê ku pêr hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hate girtin. H.K şand Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Êlihê.