BI DÎMEN

Onder: Em ê serdana Demîrtaş jî bikin û piştre daxuyaniyeke berfireh bidin

Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Davûtoglû re got, "Daxuyaniya berfireh piştî ku me serdana Selahattîn Beg (Demîrtaş) jî kir, em ê hingî bikin."

Parlamenterên Partiya Demorkasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, biryar dabûn ku biçin serdana partiyên siyasî. Parlamenter Pervîn Buldan, Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, di çarçoveya serdanan de îro bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû re hevdîtin kirin.

Onder, piştî hevdîtinê axivî û wiha got: “Me hinek qala tecrûbeyên xwe yên berê kir. Me di çarçoveya hevdîtinên nû de bi wan re agahî parve kirin. Me ji wan pêşniyar, şîret, rexne û hişyarî rica kir. Wan jî em bi berfirehî agahdar kirin. Em ê piştî hevdîtina bi Selahattîn Beg (Demîrtaş) re daxyaniyeke berfireh bidin.”

Davutoglû jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û got: “Hevdîtineke pir dilgerm bû. Me qenaeta xwe parve kir û got ku divê ji tecrûbeyên berê ders bên girtin. Me got ku di demeke li seranserî cîhanê, herêmê, Sûriye, Iraq, Lubnan û Urdunê guherînên lezgîn çêdibin de me bal kişand ser girîngiya rewşa navxweyî. Başkirina rewşa navxweyî jî tenê bi demokrasiyê dibe. Ev jî bi perspektîfeke ku Kurd, Tirk û hemû hemwelatî bi hêvî li pêşerojê dinêrin pêkan e. Pêşniyara min ew e ku hem endamên şandeyê, hem jî hemû siyasî ew e ku li hemberî vê pêvajoyê, ji bo avakirina aştiya Tirkiyeyê tevbigerin.”