Olûç: Desthilatdarî dixwaze mûxalifan bikuje!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku desthilatdarî dixwaze diyariya efûyê bide alîgirên xwe û mûxalifan jî bikuje.

Serokwekîlên Koma HDP’ê û parlementer îro derbarê pêşniyaznameya Qanûna Înfazê ya ku wê li Desteya Giştî were nirxandin, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê koma partiyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç daxuyanî da û qala van tiştan kir.

‘DIYARIYA EFÛYÊ DIDIN ALÎGIRÊN XWE’

‘Derbarê qanûna înfazê me gelek caran daxuyanî da û di komîsyonê de me nîqaş kir. Me pêşniyazên xwe pêşkêşî AKP, CHP û Îyî Partiyê kir. Lê desthilatdariyê guh neda pêşniyazên partiyê muxalefetê.

Wê îro ev qanûn were nîqaşkirin. Diyar e ku bi qanûna înfazê re dixwazin diyariya efûyê bidin alîgirên xwe.

Em dizanin ku ji ber koronavîrusê li ser girtiyan gefeke mezin heye. Divê girtiyên di girtîgehan de werin berdan. Ji bo vî tiştî gelek rê hene.

Desthilatdariyê çi kir, şewba koronavîrusê ji nedîtî ve hat. Xwestin di qanûna înfazê de hin guhertinan bike. Lê a niha qanûna înfazê ji berê xerabtir kir. Ji ber ku ev desthilatdarî keysperest e. Gavên ku ev desthilatdarî diavêje ne ji bo sûda civakê ye. Desthilatdariyê ji bo ku soza dabû alîgirên xwe yên li girtîgehan, ev şewb ji xwe re kiriye firsend.

LI HIN QAWÎŞAN 100 KES HENE

Li gorî daneyên sala 2020’an li 355 girtîgehan 294 hezar girtî hene. Li hin qawîşan 100 kes hene. Li van deran girtî nikarin xwarinên baş bixwin, nikarin sûdê ji rojê werbigirin, têra xwe xebatkarên tendirustiyê tune, alavên hîjyenê bi pereyan tê firotin. Ji ber vê jî gefeke mezin li ser van qawîşan heye. Dewlet ji jiyan û aqûbeta girtiyan berpirsyar e. Girtî ne koleyên vê desthilatdariyê ne.

Ev desthilatdarî dibêje heke hûn xwendekar, akademîsyen, rojnameger, HDP’yî bin, hûn siyasî bin cezayê we wê bidome. Derbarê kesên muxalif tu gav nayên avêtin. Desthilatdarî naxwaze girtiyên muxalif berde. Em ê helwesteke tund nîşanî vî tiştî bidin. Divê ev civak bibîne ku tecawizkar, diz, mafya, tiryakfiroş tên berdan lê hevşaredar, akademîsyen, xwendekar, nivîskar nayên berdan.

Heke ev qanûn pêk were, wê gelek girtiyên mûxalif li girtîgehan terkî mirinê werin kirin. Ji ber vê jî em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, partiyên mûxalif, sendîka, komele û hemû hemwelatiyên xwedî wijdan dikin ku li hemberî vê qanûnê bêdeng nemînin.”