ODP’î li Taksîmê meşiyan

ODP’î li Taksîmê meşiyan

ODP li şûna mîtînga xwe ya ‘Di esasa azadî û wekheviyê de em Tirkiyeyê ji nûve ava bikin’ betal kir, bi armanca piştevaniya berxwedana bo Parqa Gezî, li Taksîmê meşiya.

ODP’ê ku plana mîtîngekî ya li Kadikoyê dikir, bi armanca piştevaniya berxwedana bi Parqa Gezîre betal kir û li şûna wê li Taksîmê meşiya. Bi hezaran kesên li ber AVM ya Cevahîr ya Şîşliyê hatin cem hev pankarta ‘Em Tirkiyeyê ji nûve ava bikin’ vekirin û meşiyan. Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Erdogan îstîfa’ berzkirin.

ODP dê saet di 16.00’an de tevli mîtînga Piştevaniya Taksîmê bibe.