Odeyeke din ya sungerê li Girtîgeha Bakiroyê ye

Odeyeke din ya sungerê li Girtîgeha Bakiroyê ye

Odeyên Sîngerê kul i Girtîgeha Tîpa F  ya Tekîrdagê wek amûra îşkenceyê ya bi awayekî sîstematîk li hikumxwar û girtiyan tê kirin, tê rojevê, derket holê ku bi feraman Wezareta Dadgê ya Tirk li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy jî hatiye çêkirin.

Odeya Sîngerê ku ji 9 metrekareyî pêk tê û li beşa muşahade ya di têketina girtîgehê de cih digire, di 22’ê sibatê de hat temam kirin û niha ji bo bikaranînê amade ye.

FERMAN JI WEZARETA DADÊ HAT

Peywirdarekerî ji girtîgehê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji odeya sungerê du hefte berê wezareta dadê bi nivîsekî ji îdareya girtîgeha Bakirkoyê re ragîhandiye û aniye rojevê.  Peywirdar diyar kir ku di nivîsan ku ji wezareta dadê hatiye şandin de tê gotin ku; girtiyên  pirsgirêkên psîkolojîk yên giran dijîn û zirarê didin xwe û derdora xwe’ bila ji bo wan odeyeke nerm ya bi vî rengî bê çêkirin. 

Her wiha hate gotin ku dê odeya bi sunger dê li her girtîgehê bê avakirin.  Her wiha peywirdar anî ziman ku kesên cezayê dîsîplînê bigirin jî dê bixin van odeyan.