NY: Li Sûriyeyê em ji bo navbeynkariyê amade ne
NY: Li Sûriyeyê em ji bo navbeynkariyê amade ne
NY: Li Sûriyeyê em ji bo navbeynkariyê amade ne
Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî pevçûnên li Sûriyeyê pêşniyara navbeynkariyê kir.
Daxuyaniya NY ya ‘navbeynkariyê’ piştî hevdîtina duh ya li bajarê Cenewre yê Swîsreyê ya di navbera Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon û nûnerê taybet yê Sûriyeyê yê Komkara Ereb û NY Laxder Brahîmî hat.
NY da diyarkirin ku, ew amadeye piştgiriyê bide delegasyona ‘nûnertiya’ muxalîfên Sûriyeyê û delegasyona ‘bibawer û biraye’ ya hikumeta Sûriyeyê.
Rêveberiya Şamê beriya vê dabû diyarkirin ku, di nav de muxalîfên çekdar jî heyî ew amadene bi muxalîfan re hevdîtinê bikin. Muxalifan jî dabûn diyarkirin ku, ger ew hinek şertan pêkbînin, wê demê ew dikarin hevdîtinê bikin.