NY: Li Cinêvê hê muzakereyên rast ên aştiyê pêk nehatine

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyiyê Sataffan de Mîstûra, diyar kir ku di rûniştina 5’emîn a muzakereyên li Cinêvê ya têkildarî çareserkirian kirîza li Sûriyeyê tê birêvebirin pêşve çûn heye.

Mîstûra, destnîşan kir ku hê hevdîtinên rast ên aştiyane pêk nehatiye. Beşa 5’emîn a mûzakereyan 9 rojan domand. Hêza nûnertiyê ya ku weke muxalefet xwe dide pêş û aliyê taqeta wê nîne li gel heyeta hikûmeta Sûriyeyê, di van muzakereyan de raste rast hevdîtin nekirin.

Mîstûra, di daxuyaniya xwe ya bi rojnamevanan re kirî de, diyar kir ku ji bo beşa 6’emîn a muzakereyan alî ji bo carekî din bê Cinêvê razî kiriye. Lê dîsa ji bo hevdîtinan hê dîroke diyar nekirine.

Mîtûra wiha got: “Mirov dikare bêje tiren ji garê hêdî derket, lê bi ewlehî jê qût dibe.” Aliyên ku beşdarî muzakereyan bûne, bi civînên ji çapemeniyê re lidar dixein diyar kirin ku wê li ser pozîsyona xwe bi israr bin, hevdu bi ne cidîbûnê sûdar dikin.

Serokê heyeta rejîma Şamê Başr El Caferî, weke muxalîf da pêş ku Komîteya Muzakereya Bilind hatiye îlîzyonkirin. Caferî wiha got: “ Yek îlîzyona wan heye, ew jî nedayîna me ya kilîla Sûriye û desthilata wê ye.” Caferî , yên ku ji bo muxalefetê daxuyaniyê pêkenînê dide şibad zarokan.