BI DÎMEN

Nûnerên partiyên Kurdan nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan

Nûnerên partiyên Kurdan ên ku li Brûkselê hatin ba hev, hevkariya PDK a bi Tirkiyeyê re şermezar kirin.

Komîteya Karên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Brûksel a Belçîka civiyan. Ji her çar parçeyê Kurdistanê nûnerên partî û saziyan beşdarî civînê bûn û di civînê de kêşe û dîplomasiya navneteweyî hate nîqaşkirin. Êrîşa Tirkiyeyê ya bi ser Şengal û Rojava jî hate şermezar kirin.

11’emîn civîna Komîteya Karên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Brûkselê hate lidarxistin. Nûnerê YNK, GORAN, Komala Îslamî, Yekgirtî Îslamî Kurdistan, PSDK-Başûr, Zehmetkêş, Partiya Îslamî Kurdistan, Meclîsa Şengalê ya li Sirgunê, li ser navê PYD’ê Salih Muslim û Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyir Aydar û gelek nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn. Di civînê de êrîşa dewleta Tirk a bi ser Rojava û Şengalê bi zimanekî tund hate şermezarkirin û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re hate rexnekirin.

‘POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê DÛRÎ YEKÎTIYÊ NE’

Di civînê de li ser navê YNK’ê Saler Mahmûd axivî û got: “Hemû partiyên siyasî alîgirê yekîtiyê ne, lê PDK li dijî vêya tevdigere. Ji ber vê jî îro li Başûrê Kurdistanê kêşeyên mezin hene. Parlementer nikarin têkevin Hewlêrê. Berpirsê van tiştan PDK û polîtîkayên wê ne. Êrîşên dawîn ên li ser Şengalê polîtîkayên qirêj ên PDK’ê nîşanî me dide”.

‘SERDANA NÊÇÎRVAN BARZANÎ YA LI TIRKIYEYÊ NE MEŞRÛ YE’

Li ser navê GORANê jî Elî Mihemed Salih axivî û got: “Tirkiye li Şengalê li pêşmerge û şervanan da. Gelek kes şehîd bûn. PDK ji dêvila ku vêya şermezar bike, hevkariyê bi Tirkiyeyê dike. Divê PDK ji vî tiştî dûr bikeve.”

Elî Mihemed Salih serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Tirkiyeyê jî rexne kir û got: “Ev serdan li ser navê hikumet û herêmê nehatiye kirin. Di vê serdanê de tu partî û parlementer tune. PDK çûye serdana Enqerê. Ji ber vê jî tu meşrûbûna wê tune.”

‘PDK POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ DIKE’

Li ser navê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û Aydar wiha axivî: “ Tirkiye êrîşî Şengal û Rojava dike. Lê PDK jî bi Erdogan re hevkariyê dike. Ev hevkariyeke qirêj e. Pêşmerge û şervan şehîd dikevin lê PDK dibêje ‘Heke PKK nebûya wê ev tişt pêk nehata’. Em jî bibêjin ‘Partiyên Kurdan tunebûya wê Helepçe pêk nehata’ ma wisa dibe? Em naxwazin di navbera Kurdan de kêşe çêbibin lê divê em van polîtîkayan jî şermezar bikin.”

Di civînê de nûnerên partiyên din jî axivîn û banga yekîtiyê kirin û teşhîrkirina partiyên li dijî vê kirin.