Nûnerê Enqere yê Rûdaw Tv’yê dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e
Nûnerê Enqere yê Rûdaw Tv’yê dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e
Nûnerê Enqere yê Rûdaw Tv’yê dijminê sondxwarî yê gelê Kurd e
Weke tê zanîn Rûdaw Tv bi slogana ‘Em dê bibin dengê her Kurdekî’ 29’ê Gulana 2013’an dest bi weşana xwe kir, her wiha vebûna kanaleke Kurdî hem di aliyê nûçegihaniya Kurdî hem jî zêdebûna kanalê Kurdî cihê kêfxweşiyê bû. Bendewarî jî di vê rastiyê de bûn, lê…
Di pêvajoyeke ku li Bakûrê Kurdistanê pêvajoya çareseriya pirsgirêk Kurd ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û ji 8’ê Gulanê ve meşa rizgariya demokratîk ya ji aliyê gerîllayan ve destpêkirî û hêjan didome, her wiha li Rojavayê Kurdistanê domandina şoreşekê ku ber bi xweseriyê ve diçe, dengê yekîtiya gelê Kurd avabûna hesta yekbûna Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bilind bûyî pirr girîng e. Mirov dikare bêje di dîroka gelê Kurd de tiştek yekem e.
Bi vê atmosferê ve girêdayî, bi vê hewaya azadî û yekîtiya neteweyî çêbûyî re, vebûna kanalên Kurdî bêguman pirr girînge û çav û bendewariyên Kurdan hene ku hîn bêhtir xizmetê bidin vê pêvajoya aştiyê û yekîtiya Kurdan çêbike. Bendewarî ev in.
Rûdaw Tv ku her kes li bendê bû ji bo yekîtiya neteweyî palpiştiyê bike, her wiha beriya ku dest bi weşana xwe bike slogana ‘Em dengê her Kurdekê/î ne’ derket, lê mixabin nebû dengê her kurdekî, berevajî di dilê gelê Kurd bi taybet Kurdê Bakûr de birînên mezin vekir, hîn dest bi weşana xwe nekir xwe kuşt. Niha Rûdaw Tv xwe di wijdana gelê Bakûrê Kurdistanê de kuşt. Ne tenê Bakûrê Kurdistanê li tevayî Kurdistanê, li başûr, Bakûr, rojava û rojhilat.
Nizanim ev biryara Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ye yan ya rêveberiya televîzyona Rûdawê ye. Ji ber ku Rûdaw weke tê zanîn nêzî PDK’ê ye. Rûdaw Tv rabûye nûnerê xwe yê Enqereyê kiriye Erdal Şîmşek. Şîmşek di rojnameya Mîlat a girêdayî AKP’ê û Cemaetê dixebite. Şîmşek dijminê sondwarî yê gelê Kurd e. weke têzanîn Erdal Şîmşek demekê nûçegihanê ATV’ê bû û tê zanîn ku, ATV ya zavayê Serokwezîrê Tirk Erdogane û bidijminahiya gelê Kurd tê nasîn. Dilê xwe de jî Kurde. Kurdê bûye evîndarê qatilê xwe.
Mirov difikire gelo rêveberiya Rûdaw Tv van kesan nas nake? Yan dinase û bi zanebûn dike? Bi rastî jî gumanên mirov çêdibin. Ev kesayet çima anîn? Bi anîna vî kesayetî niyet çi ye? Ne gengaz e ku kanalek bixwaze xwe li cihekî, herêmekê yan welatekî tune bike, ev ne mumkun e. Wê demê sedema vê çi ye? Ev hemû pirs li benda bersivdayînê ne.
Bi vê nêzîkatiyê Rûdaw Tv dilê gelê Kurd êşand. Erdal Şîmşek keseke ku heta duh jî na na îro jî êrîşî gelê Kurd dike, êrîşî destketî û nirxên pîroz ên gelê Kurd dike. Xulamtiya Erdogan û Cemaetê dike. Erdal Şîmşek bi gotinên xwe yên weke “PKK partiyek terorîst û xwînrêje” ji gelê Kurd re jî “Niha bi çend hestiyên avêtine ber qanih bûne.” Ji parlementerê BDP’ê yê Amedê ku jiyana xwe ji dest dayî Şerafeddîn Elçî re jî gotinên kirêt yên weke “Şerafeddîn Elçî mirovek xwînmêje. Dixwaze Kurd bibin xulam, evd û kuçikên wî” heqaretên pirr mezin li gelê Kurd dike. Bi êrîşkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwe weke dijminê sondwarî di dilê gelê Kurd de bi cih kiriye.
Di roja ku nûnerê Rûdaw Tv yê Enqereyê derket bernameya Rûdawê jî leza xwe negirt û dest bi propogandaya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir. Şîmşek li ser kanaleke Kurdî pesnê Erdogan da û hewl da berxwedana Parka Gezî ya li Tirkiyeyê rûdayî bişkîne. Ez di wê baweriyê de me ku dê rêveberiya Rûdaw Tv nebe amûra vê yekê.
Kesekî wiha di televîzyonekî Kurdî de bicihkirin û weke nûner xebitandin wê televîzyonê di çavên Kurdan de reş dike û her wiha dê zerarê bide yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Ji gelê Kurd bendewarî hene ku di demek kurt de rêveberiya Rûdaw Tv an jî nûnerên PDK’ê vê xeletiyê bibînin û sererast bikin.