Nûçegihana DÎHA'yê Tufan serbest hate berdan

Nûçegihana DÎHA'yê Tufan serbest hate berdan

Nûçegihana DÎHA'yê ya Îzmîrê Handan Tufan dema ku nûçe dişopand hatî binçavkirin serbest hate berdan.

Nûçegihana Ajansa me DÎHA'yê Handan Tufan dema ku çalakiya endamên ESP'ê ya ku bi armanca şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê YDE'yê John Kerry li navçeya Bucayê ya Îzmîrê li dar dixistin di şopand hatibûn binçavkirin û biribûn Qereqola Şîrînyerê û piştî îfadeyan serbest hate berdan. Tufan û Endamê ESP'ê Taner Altin bi hinceta "şahidên bûyerê ne" hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyan serbest hatin berdan. Hate zanîn ku endamên ESP'ê Dîlek Keskîn û Gorkme Ozer jî piştî îfadeyan dê serbest bên berdan.