Nûçegihana DÎHA'yê Tufan serbest hate berdan
Nûçegihana DÎHA'yê Tufan serbest hate berdan
Nûçegihana DÎHA'yê Tufan serbest hate berdan
Nûçegihana DÎHA'yê ya Îzmîrê Handan Tufan dema ku nûçe dişopand hatibû binçavkirin serbest hate berdan.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) Handan Tufan dema ku çalakiya endamên ESP'ê ya ku bi armanca şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê John Kerry li navçeya Bucayê ya Îzmîrê li dar dixistin di şopand, hatibûn binçavkirin û biribûn Qereqola Şîrînyerê û piştî îfadeyan serbest hate berdan. Tufan û Endamê ESP'ê Taner Altin bi hinceta "şahidên bûyerê ne" hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyan serbest hatin berdan. Hate zanîn ku, endamên ESP'ê Dîlek Keskîn û Gorkme Ozer jî piştî îfadeyan dê serbest bên berdan.