Nûçegihana DÎHA'yê Tufan hate binçavkirin

Nûçegihana DÎHA'yê Tufan hate binçavkirin

Nûçegihana DÎHA'yê ya Îzmîrê Handan Tufan dema ku nûçe dişopand bi 3 kesan re hate binçavkirin.

Nûçegihana Ajansa me DÎHA'yê Handan Tufan dema ku çalakiya endamên ESP'ê ya ku bi armanca şermezarkirina Wezîrê Karên Derve yê YDE'yê John Kerry li navçeya Bucayê ya Îzmîrê li dar dixistin di şopand bi endamên ESP'ê Dîlek Keskîn û Gorkme û Taner ên piştnavên wan nehatin zanîn re hate binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin piştî birin Qereqola Şîrînyerê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bucayê.