Nûçegihan Ergun dema ku ji girtîgehê derket li ber deriyê girtîgehê hate binçavkirin

Nûçegihan Hakan Ergun duh ji doza ku li Edeneyê girtî bû hate berdan. Lê dema ku ji girtîgehê derket hate girtin.

Belavkarê Azadiya Welat ku bi biryarnameya Rewşa Awarte hatibû girtin, duh ji doza dihate darizandin, ji hêla Dadegeha Cezayê Giran a 2. a Edeneyê ve serbest hate berdan. Lê belê polîsên Girtîgeha Tîpa T a Kurkuçulerê bi hinceta ku îfadeya wî heye hate binçavkirin.

Îfadeya Ergun li Şûbeya TEM’ê berdewam dike.

Ergun beriya Newrozê li gel ku girtî jî bû bi ser mala wî de girtibûn û têkildarî wî biryara binçavkirinê hatibû dayin. Diyar bû ku Ergun ji ber vê lêpirsînê hatiye binçavkirin.