Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê di roja 60’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê di roja 60’emîn de didome.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 60’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hate ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir.

Endamên Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û welatiyên enqereyî serdana dayik Şenyaşarê kirin. Piştî ku Şenyaşarê bi beşdarvanan re çalakiya rûniştinê kir, li ber Wezareta Dadê fitareya xwe kir û derbasî Meclîsê bû.