Nobeta Azadiyê di roja 251’emîn de ye
Nobeta Azadiyê di roja 251’emîn de ye
Nobeta Azadiyê di roja 251’emîn de ye
Çalakiya nobeda bênavber ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Franse Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin, 251 roj li pey xwe hişt. Roja 251’mîn bû yek ji rojên herî zêde îmze kom bûn.
Çalakiya Nobeda Azadiya ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 25’ê hezîranê de destpêkirî doh kete roja 250’mîn. Di nava 250 rojan de ji welatên Ewropa 36 komên ji 4 û 7 kesan pêk hatin çalakiya nobedê meşandin. Di çarçoveya çalakiyê de heta doh, 2 hezar û 250 îmze kom bûn, bi hezaran kesan re hevdîtin pêk hatin.
Di heman demê de 46 hezar û 500 belavokên têkildarî çalakiya nobedê, 6 hezar û 250 belavokên derbarê biyografiya Ocalan û 760 broşorên Konfederalîzma Demokratîk hatin belavkirin. Dewleta tirk jî, ji roja destpêkê û vir ve, bi riya konsolosê xwe ji bo astengkirina çalakiyê gelek xebatên dîplomatîk meşandin. Heta ji bo meşekê jî ji Muduriyeta Polîsan destûr girt, lê belê ji ber tenê hatina 9 kesan bi fiyaskoyê bi dawî bû. Hemû hewldanên dewleta tirk ên li dijî çalakiya nobeda azadiya Ocalan pûç derketin. Çalakiya nobedê 250 rojin bênavber didome û heta Ocalan bigihêje azadiya xwe jî wê bidome.
Bi wesîleya roja 251’mîn kedkarên çapemeniya kurd ên roja yekşemê nobed dewir girtibû doh wekî rojeke taybet tevgeriyan.
Bi riya Komîteya Amadekar ji bo komkirina îmzeyan tevî cihê hertimî, li navenda Strasbourgê jî ji bo 2 seatan destûr girt. Kedkarên çapemeniyê wekî 2 komên cûda hem îmze kom kirin, hem belavok û broşor belav kirin û hem jî hevdîtinên rû bi rû pêk anîn. Di encama vê xebatê de roja 251'mîn ya çalakî û roja 6'mîn ya koma xwe veguherandin roja herî zêde îmze kom kirinê. Ji destpêka çalakiyê heta doh, bi gotineke din 251 rojan de, tenê 2 hezar û 250 îmze kom bûbûn, lê belê tenê doh 136 îmze kom bûn.
Di heman demê de bi sedan belavok û broşor hatin belavkirin û bi sedan kesan re jî hevdîtinên rû bi rû pêk hatin. Nobetdarên çalakiya azadiya Ocalan di hevdîtinan de jî bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û felsefeya wî. Di hevdîtinan de girîngiya Ocalan ya ji bo gelê kurd anîn ziman û ji bo azadiya wî û statuya siyasî ya ji bo gelê kurd piştgirî û îmze xwestin. Ji bo îro jî li navenda Strasbourg komkirina îmzeyan destûr hate girtin û tê payin îro hem li navenda Strasbourg û hem jî li ber Konseya Ewrûpa û Parlemena Ewrûpayê bi sedan îmze kom bibin.