Nivîskarê Îranî Samakar: Divê gelên bindest û çîna karker destekê bidin şoreşa Rojava
Ji lîderên ciwanên Îranî yên salên 1960-1970'î rojnamevan-nivîskar Abbas Samakar diyar kir ku kapîtalîstên li her devera cîhanê ji sîstema wekhev û adîl a li Rojava aciz in û ji hemû gelên bindest û çîna kar xwest, piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.
Mûrat Kûseyrî
Stockholm
în, 17 avrêlê 2015, 07:08
Ji lîderên ciwanên Îranî yên salên 1960-1970'î rojnamevan-nivîskar Abbas Samakar diyar kir ku kapîtalîstên li her devera cîhanê ji sîstema wekhev û adîl a li Rojava aciz in û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê hemû gelên bindest û çîna kar, piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.
Abbas Samakar di sala 1973'an de di dema festîvalekê de gava ji bo televîzyonekê dîmen dikişand, bi sûcdariya ku hewl daye kurê Şah Riza Pehlewî birevîne, bi 9 hevalên xwe re hat girtin û li îşkenceyê rast hat.
Samakar ku piştî Dibistana Bilind a Rojnamevaniyê qedand di dawiya salên 1960'î de li Televîzyona Dewletê ya Îranê dest bi kar kir dibêje, "Me plan kiribûn ku kurê Şah birevînin û wî bi hevalên xwe yên li girtîgehê re pev biguherînin. Lê belê Savak (Rêxistina Îstîxbaratê ya Îranê) ya bi vê rewşê hesiya, berî em bikevin nava tevgerê, em girt."
Rejîma Îranê ji 10 kesên girt 2 jê bi darve kir û sê jî serbest berda. Samakar jî di nav de li 5 kesan jî cezayê ragirtina heta bi hetayê hat birîn.
JI BO RAWESTANDINA ÎŞKENCEYAN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 85 ROJAN
Samakar anî ziman ku di wê demê de sempatiya wî ji rêxistina Fedaiyên Gel hebû, ne endamê rêxistinê bû lê di girtîgehê de tevlî nava refên vê rêxistinê bû. Piştî ragirtina demekê ya li Girtîgeha Tehranê, ew birin Girtîgeha Kermanşahê û li vê derê jî ji bo protestokirina zext û îşkenceyê bi hevalekî xwe re 85 rojan di greva birçîbûnê de ma.
Samakar diyar kir ku Savak'ê ji wan re gotiye eger ji Şah bixwazin ku wan efû bike wê serbest bên berdan, lê belê wan ev pêşniya red kirine. Samakar ragihand ku di dîroka Îranê de yekemcar rûniştina wan di televîzyona Îranê de hatiye weşandin û got, "Ji bo me weke terorîstan nîşanî raya giştî bidin ev yek kirin, lê belê bi ser neketin. Piştî ku rûniştinên dozê di televîzyonê de hatin weşandin, sempatiya gel a ji bo me gelekî zêde bû."
Samakar da xuyakirin ku di sala 1979'an de bi pêkhatina şoreşê re serbest hat berdan, piştre tevlî rêxistina Fedaiyên Gel bû û xebatên çandî yên vê rêxistinê meşand, lê belê vê carê ji aliyê polîsên rejîma Îslamî ve hat girtin û li girtîgehê hat bicihkirin.
Bi navbeynkariya lîderekî olî yê di dema Şah de bi hev re li girtîgehê ma re serbest hat berdan û di sala 1983'an de Îran terikan û li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kir.
Samakar ku piştî derket derveyî welat têkiliya xwe bi Fedaiyên Gel re qut kir, giraniya xwe da karê çandî û wêjeyî. Çar pirtûkên bi mijarên bîranîn, helbest, estetîk, çand û huner nivîsandiye. Di ber de polîtîka jî meşand û li gel vê yekê li DYA jî demekê rojnamevanî kir.
Samakar anî ziman ku di demeke Bihara Ereb vemirî de pêkhatine Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê, mîna hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo Îraniyan jî gelekî girîng e.
ŞOREŞA ROJAVA Û BERXWEDANA KOBANÊ ÎLHAM DA ME
Abbas Samakar da xuyakirin ku divê Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê ji aliyê hemû gelên bindest ên li çar aliyên cîhanê ve were zanîn û destekkirin û got, "Cihgirtina jinan di nava Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de, li gelek deverên cîhanê bi awayekî matmayî hat pêşwazîkirin. Li vê xaka Rojhilata Navîn a ku hukmên nirxên feodal serdest in, tevlîbûna jinan li avakirina Rojava, şerê wan ê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê gelek derdor matmayî hişt. Ev 30 sal in em li dijî rejîma Îslamî ya li Îranê têdikoş in. Bi hezaran mirov mirin. Bi mîlyonan mirov li dijî rejîmê herikîn kolanan. Lê me nekarî rejîmê hilweşînin. Li Îranê zexteke rêk û pêk û darvekirin hene. Lê belê gelê Rojava û Kobanê, ya ku me nekarîbû bike, bi ser xist. Ev yek ji bo me bû tecrûbeyek. Îlham da me. Me gihaştin wê baweriyê ku eger wan karîbûn li Rojava bikin, em jî dikarin li Îranê heman tiştî bikin. Şoreşgerê Îranê divê tecrûbeyên li Rojava lêkolîn bikin û polîtîkayên xwe ji nû ve diyar bikin."
Samakar destnîşan kir ku sîstema li Rojava û berxwedana li Kobanê ji bo tevahiya gelên cîhanê gelekî girîng in û got, "Hemû kapîtalîstên li cîhanê li Rojava û Kobanê dinêrin û meraq dikin ka wê çi bibe. Kapîtalîst ji sîstema wekhev û adîl a li wê derê aciz in. Tevî ku Kobanê ne komuna Parîsê ye jî, kapîtalîst dixwazin sîstema li wir ji holê rakin. Ji ber vê yekê divê hemû gelên bindest û çîna karker piştgiriyê bidin Kobanê û Şoreşa Rojava."
WÊ DOKÛMANTERA ROJAVA ÇÊBIKE
Samakar ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava, bi Serokê PEN a Îranê Bahram Rahmanî re li ser berxwedana Kobanê pirtûkek nivîsand û hemû hatineyên pirtûkê ji Rojava re şand, niha jî xwe amade dike ji bo danasîna Şoreşa Rojava dokûmanterekê çêbike.
Samakar ê 67 salî diyar kir ku ew girîngiyeke mezin dide Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan û da zanîn ku ew dixwaze bi tîmeke televîzyonê Kantonên Rojava ziyaret bike û li ser Rojava û têkoşîna jinan dokûmanterekê amade bike.