Nivîskara Yewnan Pîlavakî: Ji bo Abdullah Ocalan divê em berxwedanê mezin bikin
Nivîskara Yewnan Despo Pîlavakî got, "Divê em ji her demê bêhtir berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe ti ji me azad nabe."
Nivîskara Yewnan Despo Pîlavakî got, "Divê em ji her demê bêhtir berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe ti ji me azad nabe."
Helbestvan-nivîskara Yewnanî Despo Pîlavakî piştgirî da pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re'.
Despo Pîlavakî anî ziman ku bi saya Teofîlos Georgîadîs wê rastiya gelê Kurd û Kurdistanê nas kiriye û got, "Min li Yewnanistanê li zanîngehê dixwend. Piştre hatim Qibrisê. Li Qibrisê min Teofîlos Georgîadîs nas kir. Teofîlos li ser Kurdistanê ji min re qala gelek tiştan kir. Min gelekî ku li ber qedera xwe rabû, Rêberê wê yê ku ji bo azadiya wê têdikoşe nas kir."
'ABDULLAH OCALAN AZADIYA GELAN JI XWE RE DIKE ESAS'
Despo Pîlavakî got, "Di destpêka salên 1990'î de min Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Wê demê zewicî bûm û zarokekî min hebû. Eger zarokê min nebûya ez ê jî biçûma çiyayên azad û min ê jî şer bikira. Dibe ku min ev nekir, lê belê di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo Kurdan têkoşiyam.
Xwezî mîna Abdullah Ocalan rêberekî me jî hebûya. Niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3'yemîn diqewime. Ya rast ev şer di heman demê de şerekî îdeolojîk e, lê îdeolojiya Abdullah Ocalan li pêş e. Mînaka şênber a vê yekê jî Şoreşa Rojava ye. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide bê Ocalan çima dîlgirtî ye. Ji ber ku îdeolojiya Abdullah Ocalan azadiya gelan ji xwe re dike esas. Lê belê ev yek bi xweşiya serweran naçe. Min li cîhanê mîna Abdullah Ocalan kesekî xwedî wesfa rêbertî nas nekir. Ji bo dagirkeran her tim bû hedefek. Lê belê Ocalan ne ji bo şexsekî lê ji bo bi milyonan mirovî hêviya azadiyê nîşan dide. Kes nikare vê hêviyê asteng bike. Lê belê ne tiştekî welê ye ku bi rûniştinê pêk were. Ji her demê bêhtir divê em têbikoşin, ji her demê bêhtir divê em bixebitin. Divê em berxwedanê ji her demê bêhtir mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe kes ji me azad nabe."