Nexweşxaneya Tebqa hate dorpêçkirin: Şerê dijwar diqewimin

Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ên ku nêzîkî Nexweşxaneya Tebqa bûne û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.

Îro ji serê serê sibehê ve li derdora Nexweşxaneya Watanî ya Tebqa şerê dijwar diqewimin. Wesayîtekî  Van  ku dixwest çeteyan ji nexweşxanê derxe bi çeteyên tê de ji aliyê şervanan ve hate imhakirin, lê di derbarê hejmara çeteyên tê de agahî ne hate zanîn.

Herêma ku qala wê tê kirin yek ji herêmên herî stratejîk ên bajar in.  Nexweşxaneya Watanî nexweşxaneya herî mezin a herêmê ye, çeteyan ev dever wekî bargeheke xwe ya leşkerî bi kar tanîn û birîndar derman dikirin. Li herêmê şer hîn jî bi dijwarî didome.

PÊŞVEÇÛNA BER BI NAVENDA BAJÊR VE DIDOME

Li aliyê din jî çete ji nava bajarê Tebqa bi çekên giran û topên hawanan êrîşî çeperên şervanên QSD dikin. Tevî êrîşa çeteyan jî şervan di nava bajar de nêzîkî kilometreyekê  pêş ve çûne.

CENAZEYÊ 17 ÇETEYAN HATE DESTESERKIRIN

Şervanan di taxên rizgarkirî de jî xebatên lêgerinê dimeşînin. Di encama xebatan de li qadek 4 km2 hate meşandin de termê 17 çeteyan hat dîtin û  rêjeyekî cebilxane ketiye destê şervanan.